Lêkolîn

Perwerdehîya Olî/Dînî ya bere çawa û bi çend astan dihat kirin? 






  • Elîbêtk: Di elîbêtkê de pêşî fêrbûna komtîpa(alfabe) erebî dihat kirin elimandina wê ligor jîrbûn û hewldanên feqeyan(xwendevan) dihat guherandin yên gi mehek/hîvekê derbasî asta din dibûn yen jî di du meha derbas dibûn. Di hondirê heftakê de tîp û hember dengên wan dihat nasîn û derbasî beşa duyem dibûn di vê beşêde jî ji tîpan(herf) derbasî bêjeyan(kelîme) dihat kirin hîn jî hinek bêje tê bîramin ; ebced, hewwez, huttî, qereşet, sahfez hwd. Piştî veya beşa dawîyê jî elimandina hevokan bû. Yên ku bi serkeftî ji van hersê beşan derdiketin derbasî asta duyemîn dibûn.

  • Cuzîya Emma û Cuzîya Tebareke: Wexta me elîbêtk xellas dikir roja din me Cuzîya xwe bi xwer dianî û me destpê dikir. Divir jî de bi sûreyên biçûk hêdî hêdî pêjde diçûn pişti çend rojan wane digihaşt rûpelan jixwe di demek kind de jî te bixweber dixwand, tê bîramin “ez gihaştibûm nav cuzîya emma lê hîn ne elimîbûm bixweber xwendine û min dewrê(waneyê li paş mayî) xwe jibîr kiribû rojekê di dema waneyêde(ders) melle got ka dewrê xwe dubare bik, ez zer û sorbûm bûm wek pirtiqalekê melle fêhm kir ku min jibîr kirîye got temam li malê dubare bik tê hefta tê dîsa bixwîni bi dengekî hêdî min got temam axirkê piştî çend rojan min mantiqa wê fêhm kiribû ku bê tebarekê derbasî Quranê bûm.” Yên ku di cuzîya emma fêrî mantiq û xweber xwendinê nedibûn berî Quranê derbasî cuzîya Tebarekê dibûn piştre diketin Quranê.
  • Quran-a Kerîm:Di asta ferbûna Quranê de yên ku mantiqa tîpên erebî, girêdana wan û hevok rast dixwendin di vê astê de pir zorayî nedikişandin. Mella rojên ewil nîv rûpel wane didan feqa her roj ligor hewldan û jîrbûna xwendevanan wanê wan diguherîn û wextekî teqez mere bêjî di filan rojan Quran dihat xetim kirin nîne. Ketina vê astê û vebûna dibistanan bi hevrebû jiber veya hinek feqayan devji xwendinê berdidan sala tê dîsan ji serî ve berdewam dikirin. yên ku bernedidan jî Quran xetim dikirin û derbasî mewlidê dibûn. 
  • Mewlida Kurdi: Ji vê astê û wêde kare feqeyên Kurd hêsantir dibû jiber ku tîpên erebî di astên paşîde hatibûn elimandin vêca wê wateya hevokan jî bizanin lê tenê li komtîpê çend tîp zede dibe(p ( پ ), ç ( ﭺ ) ve  j (ﮊ ), g(گ) ew jî ne pirsgirêke. Mijara Mewlidê qala Malbata H.Z Mûhemmed, zewaca dê û bavê wî û çêbûna wî dike.
*Li binî mînakek ji Mewlidê bi tîpên Latînî;

                    Bismillahîrrrahmanîrrehîm


Em bidin hemdê Xwedê ey Musliman----Dayime pêxemberê axir zeman
Ew Xwedayê ku hîdayet dayime----------Nîmeta xweş dîne Îslam dayime
Nîmeta ji her nimete xweştir eve--------- Minneta ji her minnete mestir eve
Go me îman anîye bi rebbê ezîm ----------Em muşerrefbûn Quran-a Kerîm
Ey Xwedayê xaliqê erdû sema------------Tu nehêlî ummeta hader xema
Em gunehkar çav li xufrana tene----------Hêvîdarê rehm û îhsana tene
Em bi îman bîne erda mehşerê------------Pey Mûhemmed herne hewdê kewserê
Ey Mûhemmed ey şefîê ummetê---------Hadî û Mehdî hebîbê îzzetê
Ey tu bowî çêtiri kewn û mekan----------Şehsiwarê alema fexra cîhan
Ey Mûhemmed ey resûlê îns û cîn-------Xwedyê tac û beyreqa roja mezin
Mesneda wî ummeta ha her tuyî-------- Deryê fetha cenneta me her tuyî
Ey Mûhemmed ey îmamê enbîya----------Ey tu nura ruh û canê ewlîya,
Em gunehkar û deîfin bi emel--------------Hevî ma efwa Xwedê ezze wecel
Em bi cahê te xelasbin ey nebî-----------Ruh û canê me fîda canê tebî.
  • Aqîd-a Îmanê: Ji hêla tîpan wek mewlidêye tenê mijara wê cudaye di Aqîdê de ji xeyrî Pêxember (s.e.w) behsa bawerîya Xwedê, bawerîya melaîketa, bawerîya kitêba, bawerîya elametê qîyametê û hwd. dike.


*Li binî mînakek ji Aqîda Îmanê bi tîpên Latînî
ji behsa elametê qîyametê; 
                Bismillahîrrrahmanîrrehîm
Elametê axir zemanê pirin-----------Hineka jê bibêjim bibawer kirin
Eqîdê ehle xwedê kêm dibin--------Rêya şer'e ilm gellek kêm dibin
Ku dîn ma xerîb nema ev îlm-------Belê zêdebû cahili hem zulm
Jibo ehle ilm tu qîmet nema---------Edalet, rehm û fedîbûn nema
Ku pirr qetl û rişwet fesadî bira-----Qumar û cehalet tê de eşkera
Ji bav û dîya re itaet nema----------Dev û dil ne wek hev sedaqet nema
Ji ehle Xwedê re tu heybet nema---Bi biçûk û mezina re siyanet nema
Îlahê bi cahê Mûhemmed resul----Dûamin  feqîrî biki der qebûl
Lî cîhe kî bela û yek cehl û dereb-Lî cîhe kî xela û yek qetl û hereb
Yehûdî li Îslamê tuxyanî kir-------Musilman lihevdû xîyanetî kir
Wexta ku deccal zahir bivi--------Ji fitna wî alem wê di hev werbivi
Wê zahirbi Mehdî di erda herem-Kesê tabîê wî qet naxwe tu xem
Wê nazilbi Îsa li Şamê qewî------Berê xwe didi li camîa Emewî
Di wextê limêj de Îsel Mesîh------Diki kuştina wî deccal qebîh

 Têkilîya Melle û Feqeyan çawa bû?

Mizgefta(Camî) me di bajarokême de tenebû û ji derên cuda melle û feqe vedihewîyan ji bo perwerdehîyê, em jî wek çend zarokên bajarokên xwe tevlî vê perwerdehîyê dibûn û me bi serbestî ji xwe re mellayek digirt. Têkilîyên mella û feqayan mîna havaltîyê bûn, carna hemû xwendevan û mella li cihekî kom dibûn qala ol,dinya û mirovan dihat kirin piştre feqayan liber melle çend beş ji Quranê dixwendin. Carna jê waneyên me bi kêf û henekan derbas dibû şimmika melle li hewa difirîya me, dîsa jî me şimmika wî dibir ber nigê wî.





Hiç yorum yok:

Yorum Gönder