ÇIVÎK Û SITIRÎ
Yek hebû yek tunebû
Çivîkek bi berbanga sibehê ve ji bo çêr
ê ji mal ve bi fire dikevi difiri difiri demek dirêj difiri digihêje cihekî şînkahî xwe li wir datîni lê
xwe danîni dananîni janekê xedar davêje dile wî ji nuşka ve bi hewa dikeve
eman! hewar ! ev çibû divîni ku sitirîyeke tûj di nig/ling ê wî de rabûye diki
naki xwe ji vê sitirîyê xellas naki. Di heman demê de li erdê jinikek ser tennûrê bala wî dikşîne, difikire” gelo
ev jinikê wê nikare min ji vê sitirîyê xellas bike?” jinik jî bipêxistina agirê
tenûrê ve mijûle, çivîk tê xwe li ber tenûrê datîne û wiha dibêje:
“jinik
ê jinik ê sitirîyê min ji nig/ling ê min derxi ez ê aniha tenûra te vêxim”
Jinik
dibê“na ma tê ji kurr karibi tenûr a min vêxi.”
jinik û çivîk hepkî di ber hev didin û
jinikê qanih dike, jinik sitirîyê derdixe û dibê çivîko de dora te
çivîk jî dibê “de wî sitirîyî bavêje tenûra xwe. “
Jinik bi ya çivîko dike û wî sitirîyê
ji linge wî derxistîye davêje tenûra xwe. Tenûr vêdikevi, jinik nane xwe lê
dixi, nane xwe didi hev dixi teştê tam wê bimeşi deng ji çivîk tê
Çivîk
“iiiiii… yan kanî sitirîya min yan jî kanî heft nan û kulorekê”
Jinik dibê “aman hawar te ji min re gotîye sitirî bavêjê tenûrê wê tenûra te vêkevi te qala nan man nekir.”
Filan
bêvan gellekî di ber hev didin lê tu fêde nake çivik gav şûndi navêje feqîra
jinikê ji neçarî heft nan û kulorek ê dide û çivîkê me dîsa bi fire dikeve
difiri difiri û difiri li erdê du şivan
ê şîr û bişkula dixwîn bal a wî dikşîne xwe li ber wan datîne û
dibê “şivanno şivanno wa bişkula bavêjin ji we re
nan û şîr bixwin.”
Şivan
bişkula diavêjin, nan û şîrê xwe dixwin radibin
li ser xwe bigerin çivîkê me disa
dibê “iiiiiii yan kanî heft nan û kulora min yan jî kanî heft beran û
kavirekê”
Şivan” eman hewar çivîko tu hat go ji were nan bixwin filan bêvan”
çivîkê me dîsa şûnde gav neavêji, çivîkê
me heft beran û kavira xwe distîne û dîsa bi firê dikeve difiri difiri û difiri
lê dinerî li ser ruyê erde kon hatini vegirtin dawetek digere wextê nan ê nîvro
hatîye lê ji bo nan ker û kûçika ser jêdikin çivik xwe li ber wan datîne
dibêje
“ ev çiyi, eybe şerme ha ji were heft beran û kavirek ji xwe re ser jêkin li
ber bûka xwe dînin”
xwedîyên dawetê radibin kavir û heft
berana ser jêdikin, dikin nane nîvro dixwin
û bûka xwe tînîn.
Çivîkê me dîsa dibê “iiii yan kanî heft beran û kavira min yan
jî kanî bûkê bidin min”
Xwedîyên dawetê ” eman zeman te da me heya me ji te tunne bû filan bêvan .”
Çivik dîsa xwe asê dike welhasil ji neçarî bûk ê jî didinê,
çivîk bûk a xwe distîne û bi rê dikeve difire difire û difire li erdê etarekî(çerçi) dibine xwe li ber wî datîne û
dibêje “ etaro etaro tu vê bûk ê bi tûtûkek ê(pîspîsk) nadi ?.”
Etaro
dibe ”bûk a çi tûtûka(pîspîsk) çi.
Çivik “ na welle ji te re vê bûk ê
kanî tûtûkek ê”
Etaro
radibi tûtûkek ê bi bûk ê diguheri û çivîkê me jî dahri serê zinarekî
dibê;
tûtûtûtûtû(li
tûtûkê dixe)
Min
sitirîyek da heft nan a,
Heft
nan da heft berana,
Heft
beran da bûkek ê,
Bûkek
da tûtûkek ê,
tûtû..
Çîroka min xweş
wek dîlîmek debeş
Rehma
Xwedê li dê û bavê guhdara nalet li şeytanê ber dîwara..
Vebêj: Razîye A.
Berhevkar: R.Cibranî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder